Şerê li Xezayê bandoreke çawa li hilbijartinên Misirê kir ?

Li gor çavdêran, şerê Îsraîlê yê li dijî Xezayê bandoreke mezin li rewşa siyasî ya Misirê û paşeroja hilbijartinan kir. Nemaze şansên Sîsî yên mayîna li ser desthilatê heta 2030`î zêdetir kirin.

Şerê li Xezayê bandoreke çawa li hilbijartinên Misirê kir ?
2 mijdar, 2023   11:59
QAHÎRA
MUHSIN EL MISIRÎ

Çend saet beriya destpêkirina operasyona Hemasê, serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî xwe ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên Kanûna bê hilbijart.

Sîsî di nav aloziyên aborî yên kûr, daketina nirxê Cinêha misirî, zêdebûna enflasyonê û deyna giştî, tev li hilbijartinan bibû. Beriya ku şerê li Xezayê dest pê bike û bandorê li rêgeha hilbijartinan bike, beşek mezin a welatiyên Misirê nerazîbûn nîşanî performansa Sîsî dabû.

ZÊDEBÛNA ALÎGIRAN

Serokê Partiya Şebab a Misirê El Seyd El Adilî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. El Adilî got: "Şerê Îsraîlê li dijî Xezayê bandoreke mezin li rewşa siyasî û aborî ya Misirê û herêma erebî tevda kir . Ev bandor dibe ku heta piştî şer jî dewam bike.”

El Adilî anî ziman ku metirsiyên Misirê hene ku şer berfireh bibe û gelek aliyên herêmî jî tevlê bibin, Xeza ji niştecihên wê were avakirin û li Misirê alozî rû bide û wiha dewam kir: “Van bûyeran rasterast bandorli Misirê kir. Ne tenê ji ber ku Xeza li rojhilatê sînorên wê ye, lê belê ji ber ku Misir şirîkê sereke yê hemû doz û aloziyên herêmê ye. Cîhan baş dizane û fêm dike ku bêyî Misirê aştî û ewlehî pêk nayê. Tevgerên rêveberiya siyasî di serî de yên serok Ebdulfetah Şîşî, planên ku welatên rojavayî û Amerîka xwestin li herêmê pêk bînin guherandin. Di serê wan planan de koçberkirina şêniyên Xezayê ber bi Sînayê ve wekî çareseriya aloziya heyî, hebû. Neqebûlkirina vê planê û hişyariyên Sîsî hemû alî neçar kirin ku planên xwe di ber çavan re derbas bikin û li alternatîfan bigerin."

Li gorî El Adilî, alîgirên Sîsî ku beriya 7`ê Cotmehê ji sedî 10 derbas nedikir, piştî 7`ê Cotmehê zêdetir bûye û bûye zêdetirî ji sedî 70.

Al Adilî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welatiyên Misirê di wê baweriyê de ne ku Sîsî kesayeta herî guncaw e ji bo rêvebirina dewleta Misirê di pêvajoya pêş de.”

Nivîskar û rojanemvan Îbrahîm Şaban jî têkildarî heman mijarê ji ajansa me re axivî. Şaban ev nirxandin kir: "Şerê li Xezayê bi awayekî mezin bandor li hilbijartinên serokkomariya Misirê kiriye. Nexasim raya giştî ya Misirê eleqeyeke mezin nîşanî Xezayê dide, bûyerên li Xezayê û êrişên Îsraîlê dişopîne û balê dikişîne ser piştgiriya Amerîka bo Îsraîlê.”

Şaban got: "Şerê li Xezayê bal ji ser hilbijaritnên serokkomariyê bi temamî kişand. Ji lew re, piraniya namzetan û di nav de serokkomar Sîsî bernameyên xwe yên hilbijartinên mîna ku dihat payîn li dar nexistin."

Şaban, destnîşan kir ku mijara koçberkirina Filistîniyan ber bi Sîna ya Misirê ve, ne tenê girêdayî Xezayê ye, lê belê ewlehiya netweyî ya Misirê û helwesta Misirê li hember doza Filistînê jî eleqedar dike.

Şaban têkildarî bandora şer li ser meyla hilbijêran li Misirê ev tişt gotin: “Şansa mezin a serokkomarê heyî Sîsî ye. Ji ber ku alîgirên namztên din kêm e, xelkê Misirê bi zorê wan nas dike. Wêneyên wan jî pir nehatine parvekirin. Her wiha têkildarî bûyerên li Xezayê tu helwestên wan nîn in. Bêguman ev şer dê girêdana welatiyên Misirê bi Sîsî re xurttir bike. Helwesta wî ya bi hêz li hember koçberkirina Filistîniyan û zirardayîna ewlehiya neteweyî ya Misirê, ji aliyê gelê Misirê ve pir tê ecibandin. Dibe ku ji ber vê yekê Sîsî wîlayeteke sêyemîn ya serokkomariyê jî qezenc bike.”

(şx/c)

ANHA