Li Helebê xebatên xweşikkirin û paqijkirina kolanan

Komînên Meclisa Taxa Şehîd Cengîz a Helebê bi armanca xweşikirin kolanên taxa Eşrefiye, xebatek dan destpêkirin.

3 mijdar 2024   15:47
HELEB

Meclisa Şehîd Cengîz a taxa Eşrefiye ya Helebê ku ji 8 komînan pêk tê, xebateke xweşikirina û paqijkirina kolan û peyareya  da destpêkirin. Li gel xebatên paqijkirinê wê elaqe bi daran were dayîn.

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku destek daye endamên meclisê, sarîcên avê û amûrên paqijkirinê pêşkêş dike.

Endamên komînan boyaxkirin û paqijkirin li hev ve parve kirin û îro nêzî 500 metre paqij kirin û kevirên peyareyan boyax kirin.

Xebat dê heya boyaxkirin û paqijkirinê tevahî kolanên taxa Eşrefiyê dewam bike.

Hevseroka Meclisa Taxa Şehîd Cengîz Suad Şêxo got: "Dema şênî tev li perwerdeyên naskirina rêgezên ekolojiyê dibûn, pêşniyar kirin ku ev xebat dest pê bike. Li ser wê û bi pêşengiya komînan xebatên paqijkirinê û boyaxkirinê dest pê kirin."

Xebatên wisa, li kêleka xweşikkirina kolanan, li ser pêwîstiya hevgirtina civakî ji bo pêşxistina binesaziya ximzetguzariyê, tecrubeyek e.

Suda diyar kir ku erka komînan e ku rêgeza ekolojiyê pratîk bike û civakê li gorî teoriyên Rêber Abdullah Ocalan ên projeya neteweya demokratîk, hişyar bike.

(şx/bb)

ANHA