Li Reqayê pêşangeha hunera jinan

Weqfa Jina azad a Sûriyeyê li kantona Reqayê bi sernavê "Tiliyên Zêrîn" pêşangeka hunera jinan vekir.

Li Reqayê pêşangeha hunera jinan
Li Reqayê pêşangeha hunera jinan
Li Reqayê pêşangeha hunera jinan
Li Reqayê pêşangeha hunera jinan
Li Reqayê pêşangeha hunera jinan
Li Reqayê pêşangeha hunera jinan
Li Reqayê pêşangeha hunera jinan
Li Reqayê pêşangeha hunera jinan
Li Reqayê pêşangeha hunera jinan
Li Reqayê pêşangeha hunera jinan
Li Reqayê pêşangeha hunera jinan
3 mijdar 2024   15:00
REQA

7 jin ji endamên nivîsgehên Weqfa Jinan ên Tebqa, Kobanê, Qamişlo, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, Desteya Perwerdeyê û dibistana Kewkeb El Tifûle û jinên ji kantona Reqayê, tev li pêşangehê bûne.

Di pêşangeha ku li hola Stada Beledî ya bajêr hatiye vekirin de, jinan hunerên xwe yên wekî dirûnê, ristina rîs, xiriç, xêzkirina tabloyan û aksesuarên bi destan hatine çêkirin, pêşan dan.

Bi dehan şênî, xwendekarên dibistana Kewkeb El Tifûle, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Aboriya Jinan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin di roja yekemîn de serdana pêşangehê kirin.

Di merasîma vekirina pêşangehê de, endama rêveber a Weqfa Jina Azad şaxê nivîsgeha kantona Reqayê Muna El Elî axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Muna wiha domand: "Em bi hatine we kêfxweş in. Ev pêşangeh, bi awayekî nû hunera jinan pêşkêş dike. Her wiha hêza wê nîşan dide ku dikare berhemên xweşik çêke."

Muna got armanca wan ji pêşangehê, "pêşxistina behreyên jinan, peydakirina derfetê ji jinan re ji bo ku bikarin berhemên xwe pêşan bidin û bifiroşin û bazara berhemên destan bidin nasandin. Her wiha armanca wan ew e piştgiriya jinên afrîner bikin, projeyan ji jinan re peyda bikin ji bo ku bikarin behreyên xwe pêş bixin."

Pêşangeh heta sibe didome.

(şx/k)

ANHA