Li Helebê şerek dijwar heye

Komên çete yên hikumeta demkî bi dijwarî êrişî taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê dikin. Hêzên Ewlekariya herdu taxan jî bersivên tund didin.

Li Helebê şerek dijwar heye
7 ÇILE, 2026   17:29
HELEB

Komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de bi awayekî dijwar taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê topbaran dikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bi tundî bersivê van êrişan didin û têk dibin.

Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê de hat destnîşankirin ku komên çete bi çekên giran êrişên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin, di heman demê de bi tundî bersiva van êrişan tên dayîn, tax û şêniyên wan tên parastin.

(fr)