Li Helebê hunermend Bavê Selah hate bi bîranîn

Yekitiya Hunermendên Helebê Bavê Selah di koça wî ya 9`emîn de bi bîr anî. Di merasîma bîranînê de der barê jiyan, hewldanên wî ji bo ragihandin û parastina dîrok û çanda kurdî bi rêya deng û hunerê xwe, hate pêşandan. 

14 tîrmeh, 2025   23:30
HELEB

Yekitiya Hunermendên Helebê ya Tevgera Civaka Demokratîk e, hunermend Bavê Selah di koça wî ya 9`emîn de li hola El Elwan a herêma Şiqeyf a bakurê taxa Şêxmeqsûdê bi bîr anî. 

Gelek hunermend, hevalên wî, endamên meclisan û saziyên sivîl, her wiha hezkiriyên dengê wî beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de rojnamevan Şerîf Mihemed bi xêrhatina mêvanan kir û li ser jiyana hunerî ya hunermend Bavê Selah, rola wî ya girîng di belavkirina çanda Kurdî de bi rêya dengê xwe, axivî.

Dûre têkildarî berhem, dîroka wî ya hunerî, sinevizyonek hate pêşandan. Her wiha hunermend Ehmed Xanî, Burhan Hisko û Xonav gelek stranên Bavê Selah gotin. 

Hunermend Bavê Selah, ku navê wî yê rastîn Ebdulrehman Omer e, ji gundê Gorda yê bajarê Cindirêsê yê Efrîna dagirkirî ye.

Gelek berhemên wî yên hunerî di vejandina mîrasa kurdî de hene. 14`ê Tîrmeha 2016`an çû ser dilovaniya xwe û li goristana gundê wê hate veşartin.

(ac-şx)

ANHA