Konfederaliya Civaka Demokratîk bûyerên li Siwêdayê şermezar kirin

Konfederaliya Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku gefên li dijî sivîlan û aramiya civakî, li ser tevahiya tevna nîştimanî ya Sûriyeyê metrisî ye.

Konfederaliya Civaka Demokratîk bûyerên li Siwêdayê şermezar kirin
14 tîrmeh, 2025   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfederaliya Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku sûcên li dijî şêniyên Siwêdayê pêşî li diyalogê û yekbûna pêkhateyên Sûriyeyê digirin û got hikumeta veguhêz a Şamê berpirsê van sûcan e.

Konfederaliyê bêdengiya hêzên siyasî û sivîl a li hemberî van bûyeran şermezar kir û hişyarî da ku êşên li herêmên din ên Sûriyeyê hatine kişandina careke din li vê erdnîgariyê were jiyîn.

Her wiha konfederaliyê bang li aliyên nîştîmanî û navneteweyî kir ku dawî li tundiyê bînin û yekitiya Sûriyeyê û aramiya wê biparêzin.

Di dawiya daxuyaniyê de konfederaliyê got, divê Sûriyeya siberojê, dewleteke demokratîk, nenavendî, pirreng be, wekhevî û rûmeta mirov biparêze. Divê Sûriye ya hemûyan be.

(mh-şx)

ANHA