ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-7-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-7-2025
15 tîrmeh, 2025   02:00

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dîtina Rêber Abdullah Ocalan piştî ew qas salên dirêj, xewnek bû û pêk hat. Şêniyan got peyama Rêber Abdullah Ocalan girêdana wan bi azadiya wî ya fîzîkî ve xurttir kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayikên gerîlayan destnîşan kir ku bersiva gerîlayan a ji banga Rêber Abdullah Ocalan re û şewitandina çekan ne paşvekişandin e, lê gaveke girîng ber bi aştiyê ve ye. Dayikan diyar kir ku divê dewleta Tirk berpirsyariyên xwe yên li hember pêvajoyê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Osman Sabrî ya Wêjeyê, îsal deriyê qeydkirinê li pêşiya nivîskarên şanoyê vekir. Her wiha şert û mercên tevlêbûnê, diyar kirin û amadekariyên xwe ji bo lidarxistina mîhrîcanê di Mijdara bê de, didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parêzer û çalakvanê serbixwe Adil El Hadî got armanca êrişên li ser Siweyda û yên tev lê bûne, têkbirina kesên bi demokrasiyê û pirrengiyê bawer in. Her wiha da zanîn ku hikumet û pê re DAIŞ, êriş dikin û ev êriş tevna civakî ya Sûriyeyê xira dike lewma federalî û parastina navneteweyî çareserî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kampanya paqijkirinê û xurtkirina hişmendiya parastina hawîrdorê ya heftane li bajarê Hesekê berdewam e. Kampanya li çiyayê El Risas e didome saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê 85 şehîdên bajêr yên di salên cuda yên têkoşînê de şehîd bûne, bi bîr tine saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Elaa Fewaz Îbrahîm li goristana  şehîdan a Şedadê oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo bîranîna şehîdên 14`ê Tîrmehê meşek bi meşalayan bi dirûşma “Bi giyanê ciwanên 14`ê Tîrmehê em ê bi Rêber Apo re azad bijîn” li dar dixe. Ciwan dê ji çerxerêya El Hemame ya bajarê Hesekê dest bi çalakiya xwe bikin saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)