Li Helebê "Foruma edaletê ji bo şehîd Hevrîn Xelef"

Li Helebê bi navê "Edalet ji bo şehîd Hevrîn Xelef" forumek diyalogê hat lidarxistin. Di forumê de daxwaza cezakirina sûcdarên qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef hat kirin.

21 cotmeh, 2025   18:43
HELEB

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê, bi armanca bîranîna şehîd Hevrîn Xelef di salvegera şehadeta wê de "Fruma edaletê ji bo şehîd Hevrîn Xelef" organîze kir. Hevrîn Xelef di 12ˊyê Cotmeha 2019ˊan de bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê hat şehîdxistin.

Forum li Hola Mîdiya ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê, bi tevlêbûna kesayetên siyasî yên ji aîdeiyetên cuda yên Sûriyeyê, kesayetên serbixwe, hat lidarxistin.

Forum bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûre hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê Mihemed Xerîr behsa têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef, rola wê ya çalak di damezrandina partiyê de kir û diyar kir ku fedakariya wê, dê sembola xurtî û biryardariya ji bo avakirina paşerojek azad û demokratîk ji bo Sûriyeyê bimîne.

Piştî wê sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Hevrîn Xelef, ji zarokatiya wê heta destnîşankirina wê wekî Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê û heta şehadeta wê, hate pêşkêşkirin. Di sînevîzynê de hevdîtina dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa jî hebû. Sûad diyar kiribû ku ew sûcdar efû nake, divê edalet pêk bê û hesab ji berpirsên sûcê were xwestin.

Piştî sînevîzyonê, endamê Sekreteriya Giştî ya Kombûna Sivîl a Demokratîk a Neteweyî Feysel Xelîl destnîşan kir ku dirûşmeya têkoşer Hevrîn Xelef zelal bû û temsîla aştiyê li Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê dikir. Lê komên çete yên girêdayî artêşa dagirker a dewleta Tirk ew siûqast kir.

Xelîl danûstandinên dagirkeriya Tirkiyê û hikûmeta veguhêz bi berpirsên siûqastkirina şehîd Hevrîn Xelef re, bi rêya xelatkirin û bilindkirina erkên wan, wekî "Ebû Hatim Şeqra", şermezar kirin.

Endama Komîteya Rêxistinî ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Şehed Tebşo diyar kir ku heta niha edalet digel hikumeta heyî de edaleta pêvajoya veguhêz pêk nehatiye, ji ber ku ew berpirsên sûcên mirovî wekî Ebû Şeqra ceza nake.

MERCÊN PÊKANÎNA EDALETÊ JI BO ŞEHÎD HEVRÎN

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Helebê Emîn Elîko destnîşan kir ku doza şehîd Hevrîn Xelef ne tenê siûqastkirineke siyasî ye, lê sûcekî belgekirî ye ku li gorî yasayên mirovî yên navneteweyî û Peymanên Cinêvê, wekî sûcên şer û sûcên dermirovî ye.

Elîko got ancax edalet bi van gavan pêk were:

Li pêş dadgehên navneteweyî yên taybet bi sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûne hesab ji sûcdaran bê xwestin.

Sûc bi fermî bên belgekirin û ji rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî yên eleqedar re bên şandin.

Naskirina vê sûcê di asta navneteweyî de.

BANGÊN HEBASPIRSÎNÊ

Di forumê de parêzer Hisên Naso bi rêya onlinê axivî û behsa yasa û zagonên dozgeriyê li Sûriyeyê û navneteweyî li hember krîmînîlîzekirina sûcdaran kir û daxwaza cezayên giran li dijî wan kir.

Nûnera MSDˊê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Sînem Mihemed bi rêya onlinê axivî, berxwedana şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir û got: ‘’Şehîd Hevrîn Xelef  temsîla projeya aştiyê li Sûriyeyê dikir. Divê kujer werin cezakirin, edaleta pêvajoya veguhêz ji bo qurbaniyan pêk bê."

(ac/fr)

ANHA