Li Tertûsê mezareke olî hat şewitandin

Li gundewarê Tertûsê ya perava Sûriyeyê kesên nenas mezareke olî ya Elewiyan şewitand. Li hemberî vê bûyerê şêniyan bertekên nerazîbûnê nîşan da.

Li Tertûsê mezareke olî hat şewitandin
21 cotmeh, 2025   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li gundê Miwerêd ê herêma Banyasê ya gundewarê Tertûsê kesên nenas bombe avêtin hundirê mezareke olî ya Elewiyan û di encamê de mezar bi temamî şewitî.

SOHR'ê da zanîn ku li hemberî vê bûyerê şêniyan bertekên nerazîbûnê nîşan da û komên çekdar ên ji derveyî herêmê gunehbar kirin.

Di 29'ê Îlona 2025ˊan de jî kesên nenas giyayên derdora mezara Şêx Mihemed El Ecemî ya gundê Xendeq a Sehil El Xab a rojavayê Hemayê şewitandibûn û zirar gihîştibû mezara dîrokî.

Ev di demekê de ye ku binpêkirinên wekî kuştin û revandinê li dijî Elewiyan didomin, pêk tê, herî dawîn jî 4 karmendên ji gundê Cedrîn, dema ji karê xwe yê li gundewarê Hemayê vedigerîn, hatin kuştin.

(mh/fr)