Li Helebê êrişa çekdarî: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb diyar kir ku bendek kontrolê ya hevbeş rastî êrişeke çekdarî hat, di encamê de 2 endamên wan birîndar bûn.

Li Helebê êrişa çekdarî: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
22 kanûn, 2025   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li Çerxerêya Şîhan a bajarê Helebê êrişî bendeke kontrolê ya hevbeş a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb û hêzên hikumeta veguhêz kir.

Li gorî daxuyaniyê di êrişê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirûn-Helebê birîndar bûn.

(fr)