Li Helebê panela mafên jinan di îslamê de û îsbatkirina hebûnê

Li Helebê jinan panelek têkildarî mafên jinan di îslamê de, têkoşîn û berxedana wan ji bo îsbatkirina hebûnê û rola wan di civakê de li dar xist.

22 kanûn, 2025   17:24
HELEB

Bi diruşma "Rêzgirtina Jinan di îslamê de, têkoşîna gerdûnî ji bo îspatkirina hebûnê" paneleke diyalogê li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin.

Panel ji hêla Meclisa Olî ya Jinan û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ve hat birêvekirin. Piştî deqeya rêzgirtinê, mijara yekemîn a bi navê "Mafên jinan, wekhevî û rêzgirtina wan di îsala rastîn de" ji hêla endama rêveber a Meclisa Olî ya Jinan Nesrîn Îbrahîm ve hat şîrovekirin.

Nesrîn behsa pêwîstiya rêzgirtina jinan ji aliyê mirovî û rûmetê ve heye, li kêlek wê jî behsa mafên jinan weke mafên olî û ruhî, perwerdehî û hilbijartina hevjînê, mafên darayî û aborî kir.

TÊKOŞÎNA JI BO ÎSBATKIRINA HEBÛNÊ

Mijara duyemîn a bi navê "têkoşîna gerdûnî ya ji bo îsbatkirina hebûnê heya krîza xwekuştinê" ji aliyê endama Rêxistina Sara Zeyneb Dîko ve hat şîrovekirin.

Di mijarê de behsa pêwîstiya temsîlkirina adilane ya jinan di hemû warên jiyanê, siyasî, aborî, leşkerî, ragihandinî û hunerî de hat kirin ku cihê xwe yê pêşeng û fermandarî di dîroka jinê de vegerîne.

Li kêlek wê jî behsa sedemên xwekuştina yekser a jinan di vê serdemê de hat kirin û hat gotin ku zextên civakî û aborî, nebûna hişmendiyê û tênegihîştina mafên jinan û nezanîna zirarên tundiyê hemû cureyên wê dihêlin xwekuştin çêbibe.

PÊWÎSTIYA ZANÎNA SEDEMAN BI ANALÎZEKIRINA DÎROKÊ HEYE

Girêdayî mijarê, beşdaran nîqaşên xwe kirin. Endama Mala Jinê Zeyneb Xelîl diyar kir ku sedema sereke ya bandorên rêgezên civakî û jin xwe bikujin hewcedarî bi analîzekirina dîrokê heye. Zeyneb destnîşan kir ku dema li dîroka Îslamê ya rastîn a beriya guhertina wê ji hêla rejîman ve bê vegerandinê wê bê dîtin ku jin, maf û nasnameya wê hatiye parastin.

HIKUMETA VEGUHÊZ JINAN LI DERVEYÎ PERGALÊ DIHÊLE

Endama rêveber a Meclisa Şehîd Şîlan a girêdayî Kongra Star Meys Şaşo diyar kir ku ola îslama rastîn xebata li ser rêzgirtina jinan kir, lê piştre jin hatin paşguhkirin û fikra tundrawî weke DAIŞˊê hat belavkirin.

Meys fikra ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dişopîne û jinan li derveyî sîstemê dihêle û paşguh dike rexne kir.

Panel bi nêrîna jinan a pêwîstiya berdewamkirina têkoşînê heta misogeriya mafên wan di destûra nû ya Sûriyeyê de û xebata xurtkirina beşdariya wan a aktîv di proseya biryardanê de, bi dawî bû.

(fr)

ANHA