Li Helebê erebeyeke leşkerên Şamê teqiya: Kuştî û birîndar hene

Li Helebê erebeyeke leşkerên hêzên hikumeta Şamê tê de bûn teqiya, di encamê de leşker hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Helebê erebeyeke leşkerên Şamê teqiya: Kuştî û birîndar hene
11 mijdar, 2023   20:41
HELEBÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji çavkaniyan wergirtine, li nêzî herêma Ebara ya bi ser Qada Sedellah El Cabirî ya li navenda Helebê ve erebeyek girêdayî leşkerên hêzên hikumeta şamê teqiya.

Çavkanî anî ziman ku aliyên ewlehî yên girêdayî hikumeta Şamê nehişt tu kes nêzî cihê bûyerê be.

Her wiha çavkanî destnîşan kir ku piştî teqînê 4 kesan yekser jiyana xwe ji dest da, gelek birîndar jî çêbûn û ambulancan berê xwe da cihê bûyerê.

Hêjayê bibîrxistinê ye çeteyên dewleta Tirk a dagirker beriya demekê bi rêya balafirên bêmirov hewl da nuqteyên leşkerî li Helebê hedef bigirin.

(fr)