Beşeke nû ya penaberên Iraqî ji kampa Holê derket

Rêveberiya Kampa Holê beşeke nû ji malbatên Iraqê ku ji 700 kesan pêk tê û di nava 150 malbatî de ne, bi rê ve bir.

Beşeke nû ya penaberên Iraqî ji kampa Holê derket
Beşeke nû ya penaberên Iraqî ji kampa Holê derket
Beşeke nû ya penaberên Iraqî ji kampa Holê derket
Beşeke nû ya penaberên Iraqî ji kampa Holê derket
Beşeke nû ya penaberên Iraqî ji kampa Holê derket
11 mijdar, 2023   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ragihandine, beşa nû ya penaberan bi parastineke ewlehî ya xurt ji kampê derket, ew jî piştî tedbîrên derketina wan ji kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê temam bûn pêk hat. 

Her wiha derketina van penaberên iraqî ji kampa Holê di çarçoveya koordînaya navbera Rêveberiya Xweser, Komîteya Koçber û Penaberan a Meclisa Nûneran a Iraqê de pêk tê ku malbatên iraqî vegerînin.

Li gorî nûçegihan, dê 700 penaber berê xwe bidin Kampa Ceda ya li parêzgeha Nînewa ya Iraqê.

(fr)