Bernameya pîrozbahiyên Newrozê ya Kobanê diyar bû

Berdevkê komîteya çalakiyan a Kobanê Arif Balî destnîşan kir ku Newroza îsal gelekî girîng e û bang li gelê Kurd û Ereb kir ku berê xwe bide şahiya Newrozê ya 21’ê Adarê.

Bernameya pîrozbahiyên Newrozê ya Kobanê diyar bû
14 adar, 2026   10:44
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Berdevkê komîteya çalakiyan a bajarê Kobanê Arif Balî der barê bernameya Newrozê de ji ajansa me re axivî.

Arif Balî Newroza îsal ku bi dirûşma “Bi rihê yekitiya neteweyî em ê agirê Newrozê geş bikin" tê pîrozkirin, di serî de li Rêber Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê û gelê her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û got: “Newroza me ya îsal wekî her sal dê li girê Miştenûrê were pîrozkirin. Wekî tê zanîn girê Miştenûr, girekî dîrokî ye ji bo geşkirina agirê Newrozê û şahiya Newrozê û her wiha ji bo gelê Kobanê cihekî sembolîk ê berxwedanê ye.”

Arif Balî bang li hemû gelê Kobanê û gundewarên wê kir ku bi coş beşdarî Newrozê bibe û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku di 21’ê Adarê saet di 10:00’an de berê xwe bide girê Miştenûr û wê di saet 10:30’an de şahî dest pê bike, heta saet 15:00’an dewam bike. Em bi hêvî ne gel bi awayekî girseyî tev li şahiya Newrozê bibe û ala Mazlûman û ala berxwedanê bilind bike.”

Arif destnîşan kir ku şahiyên Newrozê dê li Tilxezal, Şêran, Çelebî, Qinê û Helincê û şahiya herî mezin jî li girê Miştenûr were lidarxistin û got: “Em bang li hemû gelê xwe yê Kurd û Ereb dikin ku di 21’ê Adarê de tev li şahiya Newrozê bibin.”

ANHA