Rayedarekî amerîkî: Îsraîl ji beşeke başûrê Lubnanê vekişiya

Rayedarekî amerîkî ragihand ku Îsraîl ji beşek xaka Lubnanê vekişiyaye. Rayedarekî ewlehiyê yê Lubnanê jî got tu agahiyên wan der barê vê mijarê de tune ne.

Rayedarekî amerîkî: Îsraîl ji beşeke başûrê Lubnanê vekişiya
25 hezîran, 2026   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê îro got Îsraîl ji hin deverên ku di şerê xwe yê li dijî Hizbullahê de li başûrê Lubnanê dagir kiribûn, vekişiyaye û anî ziman ku divê hêzên artêşa Lubnanê niha bikevinê.

Îsraîlê der barê mijarê de tu daxuyanî nedane. Lê rayedarekî ewlehiyê yê Lubnanê jî anî ziman ku tu agahiyên wan têkildarî vekişîna hêzên Îsraîlê ji "herêma tampon" a ku Îsraîlê li başûrê Lubnanê ava kiriye, tune ne.

Rayedar, herêmên ku Îsraîl jê vekişiyane, diyar nekirin.

Îsraîl û Lubnan bi armanca rawestandina şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de û çareserkirina dosyayên din dan û standinan bi navbeynkariya DYA‘yê li Washingtonê pêk tînin.

Her wiha rayedar destnîşan kir ku "Îsraîlê gavên şênber ên vekişîna ji beşeke herêma tempon avêtine. Ev jî nîşaneyeke xurt a qenciya baş a li hemberî hikumeta rewa ya Lubnanê ye.”

(bb)