Hêzên hikumeta veguhêz gundekî Siwêdayê topbaran kir

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li başûrê rojavayê Siwêdayê gundekî din topbaran kir. Der barê ziraran de agahî nehatin bidestxistin.

Hêzên hikumeta veguhêz gundekî Siwêdayê topbaran kir
19 tebax, 2025   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê careke din agirbest binpê kir û gundê Era yê li başûrê rojavayê Siwêdayê topbaran kir.

Hêzên hikumetê ji nuqteyên xwe yên li gundê Xirbe Semerê malên gundiyan topbaran kirin. Heya niha nayê zanîn bê qurbanî hene yan na.

 Hêzên hikumeta veguhêz vê sibehê jî gundên Mecdel û Erîqa yên li rojavayê Siwêdayê topbaran kirin. Li gorî şêniyan, hêzên hikumeta veguhêz ji nuqteyên xwe yên li gundên Mezrayê her du gundên navborî bi çekên RPG dan ber guleyan. Der barê ziraran de agahî bi dest neketin.

Duh jî hêzên hikumeta veguhêz agirbest binpê kir û gundên Semîd û Xersayê bi dijwarî topbaran kirin. Êvara 17’ê Tebaxê jî hêzên hikumetê ji nuqteyên xwe yên gundê Dama yê li bakurê rojavayê bajar, malên gundên Erîqa û Xersa yên li rojavayê bajar topbaran kiribûn.

(bb)

ANHA