Li Helebê 2 eşîr bi hev ketin: 2 kuştî

Li Helebê di şerê eşîran de, 2 kes hatin kuştin û 2 birîndar bûn.

Li Helebê 2 eşîr bi hev ketin: 2 kuştî
22 mijdar, 2025   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî li taxa Dehret Ewad a Helebê di navbera eşîra Mernediye û Betûş de şer derket. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şer bi nakokiyeke biçûk dest pê kir û piştre veguherî şerê bi çekan.

Di şer de ji eşîra Mernediyê  ciwanek hat kuştin. Ji eşîra Betûş jinek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

(bb)