Jinan cureyên tundiyê û rêbazên pêşîlêgirtinê nîqaş kirin

Jinan di panelekê de cureyên tundiyê, diyardeyên dîrokî yên qirkirina nasnameya jinan, rêbazên kolekirina wan bi navê olî û şîroveyên şaş nîqaş kirin. Di dawiyê de ji bo rêgirtina li pêşiya tundiyê hin xal hatin destnîşankirin.

22 mijdar, 2025   16:22
HESEKÊ

Kongra Star, bi hevkariya Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk, Navenda Lêkolînên Jineolojiya û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan panelek bi dirûşma "Li dijî tundiyê em bi hev re civakeke demokratîk û komînal ava bikin" li dar xist.

Panel li Xwaringeha Mişwar a li bajarê Hesekê bi amadebûna endamên sazî û rêxistinên jinan, partiyên siyasî, çalakvan, hiqûqnas û endamên komînên bajarê Hesekê û kampa Waşûkanî beşdarî pêk hat. Ji bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Hol, Mergeda, Şedadê, Erîşe û Til Birak ên kanotna Cizîrê jî nûnerên rêxistin û tevgerên jinan amade bûn.

Panelê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre berdevka rêxistina Kongra Star a Hesekê Nahid Silêman bixêrhatina beşdaran kir.

Di panelê de 3 mijdar hatin nîqaşkirin.

MIJARA YEKEMÎN: TUNDIYA LI DIJÎ JINAN; ANALÎZKIRINA RÊBAZÊN WÊ Û ENCAM

Mijara yekemîn a panelê ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Sîham Mele Elî û rêvebera Rêxistina Star Fereh Mihemed ve hate şîrovekirin. Di vê mijarê de hate diyarkirin ku tundiya li dijî jinan yek ji diyardeyên herî xeternak ên civakî, ne nêzîkatiyeke ferdî ya ji rêzê ye, lê belê pirsgirêkek avahîsaziyê ye ku nehevsengiyek kûr di pergala nirxan a di nav malbat û civakê de nîşan dide.

Her wiha destnîşan kir ku gelek cureyên tundiyê hene û wiha şîrove kirin: "Tundiya fîzîkî nîşanên berbiçav li ser laş dihêle. Tundiya psîkolojîk be, baweriya jinê hilweşîne û azadiya wê sînordar bike. Tundiya devkî  jî rûmeta wê dişkîne. Ya aborî jî jinan ji serxwebûnê bêpar bike. Tundiya dîjîtal jî heye ku bi şêweyên nû yên gef û tacîzê tê kirin."

Sîham û Seherê bal kişand ser bandorên tundiya li ser jinan û diyar kir ku tundiya li ser jinan bandorê li malbatê û tevahî civakê dike. Her wiha îşaret pê kir ku rêgirtina li ber tundiyê berpirsyariyeke hevbeş û tevkariya di navbera tevahî sazî û aliyên eleqedar de hewce dike. Di vê mijarê bîlançoya tundiya ji destpêka îsal (2025) ve hat parvekirin ku ji aliyê Rêxistina Sara ve hatiye amadekirin. Li gorî bîlançoyê 10 jin hatine qetilkirin.

MIJDARA DUYEMÎN: DI DÎROKÊ DE QIRKIRINA NASNAMEYA JINAN

Endama Akademiya Jineolojiyê Alya Osman ku mijara duyemîn a panelê bi rê ve bir, mînakên dîrokî yên kolekirina jinan, definkirina wan di şaristaniyên kevin de, şewitandina wan bi hevjînên wan re di hin civakan de dan. Alya Osman diyar kir ku desthilata baviksalar li ber têkoşîna jinan û mafên wan digire.

Alya Osman destnîşan kir ku bêyî azadiya jinan civakeke azad û demokratîk ava nabe û bang li hemû jinan kir ku rêxistin û zanîna xwe xurt bikin.

MIJARA SÊYEMÎN: KOLEKIRINA JINAN BI NAVÊ OLÊ

Rêvebera Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo jî mijara sêyemîn şîrove kir û da zanîn ku di gelek caran de ji ber şîroveyên şaş ên olan jin di dîrokê de hat kolekirin.

Xilûd Ebdo diyar kir ku di Qurana Pîroz û hedîsên pêxemberan de banga wekheviya herdu zayendan dike.

Her wiha îşaret pê kir ku bêparkirina jinan ji mafên perwerde, mîrat û beşdariya civakê di tu olan de nin în.

Xilûdê da zanîn ku koka tundiyê vedigere çanda bavikslar û got, îslamê tundiya li dijî jinan heram dike.

Piştî şîrovekirina her sê mijaran, beşdaran bal kişand ser xetereya şantaja elketronîk û xetereyên wê, cureyên tundiya li ser jinan û gotin, divê zanîn were belavkirin û têgînin ku şaş hatine şîrovekirin werin sererastkirin.

Panela jinan bi van pêşniyaran bi dawî bû:

* Zêdekirina bernameyên perwerdehiya olî û hişyarkirinê ji bo jinan.

* Têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal û zorbaziya sîber.

* Pêşxistina modelek malbatî ya demokratîk.

* Vekirina navendên parastinê ji bo jinên bêîstîqrar ên derûnî.

* Hêzdarkirina jinan ji hêla aborî ve.

* Pêşkêşkirina perwerdehiya dijî-şîdetê di dibistan û bernameyên medyayê de, ji zarokatiyê ve dest pê dike.

* Parastina mafên jinan û bi bandor bicîhanîna qanûna malbatê.

* Bi awayekî rast bicihanîna rêbaza demokratîk û dadperwer a îslamî.

* Parastina mafê mîrateyê yê jinan.

* Bicihanîna qanûnên astengker li dijî îstîsmara cinsî.