Li Helebce û Silêmaniyê ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanya neteweyî

Walîtiya Helebceyê kampanyayek girseyî ya komkirina alîkarî û hevkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê ragihand. Rêxistinên Tenduristiyê yên Silêmaniyê jî ragihandin ku bi beşdariya 9 sendîka û rêxistinan ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanya komkirina alîkariyê destpê dikin.

Li Helebce û Silêmaniyê ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanya neteweyî
26 ÇILE, 2026   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengtiya Walîtiya Helebce û bi beşdariya hemû sazî, dezgeh û rêveberiyên bajar, di çarçoveya seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, kampanyayek girseyî ya komkirina alîkarî û hevkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin

Waliya Helebceyê Nuxşe Nasih di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: “Em ji nêz ve xema gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê hîs dikin. Em nikarin li hember xemgînî û birînên xizmên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bêdeng bimînin. Ji ber vê yekê em ji bo xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê kampanyayek neteweyî û girseyî radigihînin.

Nuxşe Nasih bang li hemû welatiyan kir ku bi ruhek netewî beşdarî kampanyayê bibin.

Rêxistinên Tenduristiyê yên Silêmaniyê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Di daxuyaniyê de Serokê Rêxistina Karmendên Tenduristiyê ya Liqa Silêmaniyê Hawjîn Osman, Endamê Nûnertiya PYD’ê ya li Başûrê Kurdistanê û Nûnerê Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê jî amade bûn.

Hawjîn Osman di daxuyaniyê de ragihand ku biryar dane ku îro kampanya alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya 9 sendîka û rêxistinên tenduristiyê bi dirêjahiya heftiyekê destpê bikin.

Di dewamê de Hawjîn Osman destnîşan kir ku di kampanyayê de pêdawîstiyên tenduristiyê û hemû pêdawîstiyên din ku pêwîstiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê pê heye, dê werin komkirin û piştre ji bo Rojavayê Kurdistsanê werin şandin.

Bang li her kesî hate kirin ku beşdarî kampanyayê bibin.

Her wiha Nûnerê Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê Ferhan Mihemed di heman daxuyaniyê de axivî û got: “Rojavayê Kurdistanê niha di rewşek dijwar re derbas dibe û pêdivî bi her cûre alîkariyê heye. Em bang li hemû welatiyên Başûrê Kurdistanê dikin beşdarî kampanyê bibin. Em ji bo piştgirî û piştevaniya wan spasiya tevahî gelê xwe yê Başûr dikin.”