Li Heleb û Şehbayê metirsiya derketina qada tenduristiyê ji xizmetê

Qada tenduristiyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dorpêça hikumeta Şamê bi armanca têkbirina îrade û berxwedana şêniyên Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye û hişyarî li ser derketina qada tenduristiyê ji xizmetê ya ji ber dorpêçê, da.

Li Heleb û Şehbayê metirsiya derketina qada tenduristiyê ji xizmetê
Li Heleb û Şehbayê metirsiya derketina qada tenduristiyê ji xizmetê
20 kanûn, 2023   23:13
HELEB

Qada tenduristiyê ya kantona Efrîn û Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê der barê siyasetên dorpêçê yên hikumeta Şamê û bandorên wê li ser welatiyan daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endamê Koordînasyona Desteya Tenduristî ya kantona Şehbayê Telat Wilo ve li pêşiya nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya bi dehan endamên qada tenduristiyê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber girankirina dorpêçê û rêgirtina li ber derbaskirina madeyên sereke û derman û pêdiviyên bijîşkî ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve ji zêdetirî 2 mehan ve, zehmetiyên şêniyan zêdetir dibin û di encamê de metirsiya rawestîna nexweşxane û saziyên tenduristî bi temamî, zêdetir dibe.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin dorpêç hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê yên bi hemû çekan pêk hat. Her wiha ji ber kêmbûna sotemenî û dermanan, qada tenduristî bandor bû û di encamê de nekarî zarokek li kampa Şehbayê rizgar bikira

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember dorpêçê û bikaranîna wê ji aliyê hikumeta Şamê ve wek çekekî li dijî şêniyên herêmê û koçberan hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Siyasetên hikumeta Şamê bi armanca têkbirina îrade û berxwedana şêniyên Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne."

(mh)

 ANHA