ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-12-2023
21 kanûn, 2023   02:00

Beşên civakî yên li kanotna Cizîrê got: "Em ê çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî ‎‎ranewestînin. Li hemberî têkoşîna wî ya ji 50 salî ve ev erkekî herî kêm e ku em dikin. ‎Azadiya ‎me girêdayî azadiya wî ye."‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berpirsê Partiya Yekitiya Suryanî ya şaxê Tirbespiyê Corc Yûsif destnîşan kir ku Hevpeymana ‎Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk misogeriya mafên hemû pêkhateyan e û Rêveberiya ‎Xweser nexşeya çareseriyê ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn e.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Komîteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya kantona Reqayê got ‎‎"2`yemîn Sempozyuma Firat û Reng di xurtkirina çanda hevbeş, hezkirin û aştiyê roleke mezin ‎dilîze. Armanca wê, pêşxistina tevgera şêwekariyê ye."‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi rolên xwe yên di performansên şanoyê de lîstikvana ciwan Cûmana Şêxo peyamên watedar ‎ji jin û ciwanan re radigihîne.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên greva birçîbûnê ya bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di roja xwe ya 2′yemîn de li Hesekê dewam dikin, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Çilaxa sersaxiyê dide malbatê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd Ebdullah El Hisên li geraca navçeyê, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, meş ji Çerxerêya Sebi Behrat ve dest pê dike, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Firatê sersaxiyê dide malbata şehîd Mihemed Emîn Rihmawî li gundê Qibe yê navçeya Qenayê ya Kobanê, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Tebqayê çalakiya greva birçînbûnê ya bi piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê yên di girtîgehên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de bi armanca banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bi dawî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Çand û Şûnwaran a Reqayê li hola navenda çandê ya Reqayê şahiya bidawîbûna Sempozyuma Firat û Reng 2 li dar dixe, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koordînasyona wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser mijarên wêjeyî de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê semînerekê dide, saet 16:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA