Li Heleb û Efrînê gorên şehîdan hatin ziyaretkirin

Şêniyên Heleb û Efrînê bi boneya Cejna Qurbanê gorên şehîdan ziyaret kirin.

Li Heleb û Efrînê gorên şehîdan hatin ziyaretkirin
27 gulan, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Heleb û Efrînê bi boneya Cejna Qurbanê di saetên serê sibehê de serdana gorên şehîdan kir. Şêniyan fatîhe li ser gorên şehîdan xwendin û gul danîn ser.

Komên girêdayî hikumeta demkî û yên dewleta Tirk dema êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de gorên şehîdan xirab kiribûn.

Komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jî di sala 2018‘an de dema êrişî Efrînê kir, Pakrewangeha Şehîd Seydo ya li çiyayê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê xirab kir. Her wiha li ser Pakrewangeha Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê Efrînê mêtingeh ava kir.

(bb)

ANHA