Karsazekî di girtîgehên çeteyan de jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Ezazê karsazekî di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Karsazekî di girtîgehên çeteyan de jiyana xwe ji dest da
18 cotmeh, 2025   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê, karsazê bi navê Fadî El Nais ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hat kuştin. Çavkaniyên xwecih diyar kir ku karsaz Fadî El Nais li girtîgeha ku ji aliyê çete Mutesem Hesano ve tê birêvebirin, hatibû ragirtin û bi îşkenceyê hatiye kuştin.

Çavkaniyên nêzîkî karsaz got Fadî El Nais demek berê piştî nakokiyeke şexsî di navbera wî û çeteyê bi navê Muatasem Heseno de hatibû girtin. Her wiha dan zanîn ku çete ew neçar dikir ku milkên xwe bide wî.

Piştî kuştina karsaz Fadî El Nais rewşek aloz û hêrsa gel li bajêr çêbû.

(bb)