Li gundewarên rojhilat û başûrê Hesekê pirsgirêka nan dewam dike

Şêniyên gundewarên rojhilat û başûrê bajarê Hesekê ji bo peydakirina nan zehmetiyan dikişînin. Her wiha kalîteya nan kêm bûye û bihayê wê heta 4 hezar û 500 lîreyan zêde bûye.

Li gundewarên rojhilat û başûrê Hesekê pirsgirêka nan dewam dike
12 tîrmeh, 2026   13:39
HESEKÊ

Şêniyên gundên El Cuweysmiya, Xezîla, El Cenbe, El Xan, El Sawî, Recm El Hecer, û bajarokên El Behra El Xatûniya û Um Hicêra yên rojhilat û başûrê bajarê Hesekê, ji peydakirina nan zehmetiyan dikişînin.

Şênî ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên rojane li nanpêjxaneyan demên dirêj radiwestin û pir caran jî nan nastînin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, şênî ji ber kêmbûna kalîteya nan û buhayê zêde gazinan dikin. Çavkaniyan diyar kir ku buhayê her kîsek nan û 8 nan tê de ye gihîştiye nêzîkî 4 hezar û 500  lîreyan.

Şêniyan daxwaza çareserkirina pirgirêka jiyanî kir, her wiha xwestin ku kalîteya nan baş bibe û buhayê wê kêm bibe.

(k)

ANHA