Di salvegera yekemîn a bûyerên li Siwêdayê de mîtîngek hat lidarxistin

Di salvegera yekemîn a bûyerên Tîrmeha 2025‘an ên li Siwêdayê de mîtîngek hat lidarxistin.

Di salvegera yekemîn a bûyerên li Siwêdayê de mîtîngek hat lidarxistin
Di salvegera yekemîn a bûyerên li Siwêdayê de mîtîngek hat lidarxistin
Di salvegera yekemîn a bûyerên li Siwêdayê de mîtîngek hat lidarxistin
Di salvegera yekemîn a bûyerên li Siwêdayê de mîtîngek hat lidarxistin
Di salvegera yekemîn a bûyerên li Siwêdayê de mîtîngek hat lidarxistin
12 tîrmeh, 2026   14:29
SIWÊDA

Bi boneya salvegera yekemîn a bûyerên Tîrmeha 2025‘an ên li Siwêdayê mîtîngek li bajêr hat lidarxistin.  Tevî şêx, rûspiyên civaka Durzî bi dehan kes beşdarî mîtîngê bûn. Beşdaran wêneyên qurbaniyan, girtiyan û kesên revandî bilind kirin.

Ji fermandarê Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê Telal Amir di mîtingê de axivî û got, Siwêdayê tevî birînên ku kişandiye dê sembola hêz û berxwedanê bimîne û di demên pêş de mizgîniyên xêrê hebin.

Rûspiyê civaka Durzî, Şêx Fadî Bedriyê jî bûyerên ku par li Siwêdayê çêbûne bi êrişeke hovane bi nav kir û ev li gotinên xwe zêde kirin "Gelê Siwêdayê li hember bûyerên ku parêzgehê kişandine dengê xwe kirin yek. Van bûyeran hevgirtina wê û girêdana wê bi bawerî û nirxên xwe ve xurttir kir."

Ji rûspiyên bajarokê Kefer El Lehef, Şêx Cadellah Ebû Fexir jî ev salveger bi "zayînek nû û peyamek hêz û berxwedanê ye" bi nav kir  û anî ziman ku girêdana xelkê Siwêdayê ya bi mafên xwe re ne li dijî nirx û regezên wan e.

Di Tîrmeha 2025`an de, li parêzgeha Siwêdayê pêleke dijwar a tundiyê rû da. Li gorî amarên herêmî û rêxistinên mafên mirovan, ev bûyer bûn sedema kuştina zêdetirî hezar kesan û bi sedan kes birîndar bûn. Her wiha bi dehan kes hatin girtin an revandin û bi hezaran malbat ji gundên xwe hatin koçberkirin. Gelek ji van malbatan heta roja îro nikarin vegerin malên xwe.

(k)