Li gundewarên Heleb û Laziqiye çeteyek û leşkerekî hikumeta Şamê hatin kuştin
Li gundewarên Heleb û Laziqiyeyê çeteyekî Heyet Tehrîr El Şamê û leşkerekî hikumeta Şamê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyekî Heyet Tehrîr El Şamê di topbarana hikumeta Şamê ya li dijî rojavayê Helebê yê dagirkirî de hatiye kuştin.
Her wiha SOHR`ê da zanîn ku di topbarana çeteyên "Ensaruîslam" li eniya Cebel El Ekrad a Laziqiyeyê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin.
22`yê Mijdarê aliyên Astanayê; Rûsya, Tirkiye û Îran dê li paytexta Kazexistanê Nûr Sultan civîna 22`yan a Astanayê li dar bixin.
Beriya her civînekek Astanayê, li herêmên "bêçek" topbarana di navbera her du aliyan de zêde dibe. Balafirên şer ên Rûsyayê di çend rojên dawîn de bi dijwarî, Idlib, dora girên Kebîne yên bakurê Laziqiyeyê, bombebaran kirin. Her wiha tê gotin ku çeteyên Tehrîr El Şam amadekariyên operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî herêmên hikumeta Şamê li Heleb û Idlibê dikin.
(şx)