Berxwedana li Bakurê Kurdistanê dewam dike
Li dijî desteserkirina şaredariyan a bi rêya qeyûman li Êlih û Xelfetiyê çalakiyên berxwedanê dewam dikin.
Li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ku şaredariyên wan hatine desteserkirin, berxwedana li dijî qeyûman dewam dike. Di roja 9'emîn a çalakiyan de xelkê Êlihê li Xaçerêya Basinê li hev kom bû. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes ji şêniyên herêmê tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn. Li Xaçerêya Basinê nobed dewam dike.
Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê jî berxwedan di roja 9'emîn de ye. Xelkê Xelfetiyê ku li ber şaredariya xwe ya dorpêçkirî çalakiyê dike, ji aliyê rêveberên DEM Partiyê yên Semsûrê û navçeyên wê, rêveberên Şaxê Semsûrê yê PSAKD'ê hatin ziyaretkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkûn bi bîr xist ku xelkê Xelfetiyê 31'ê Adarê îradeya xwe nîşan da û anî ziman ku ew qeyûm qebûl nakin. Coşkûn destnîşan kir ku qeyûm pirsgirêka demokrasiyê ye û heta bê vekişandin wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Çalakiya nobedê ya xelkê li navçeyê dewam dike.
Li 10 navçeyên Wanê jî li dijî desteserkirina îradeyê û tayînkirina qeyûm daxuyaniya hevpar hat dayîn. Daxuyanî bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk li navçeyên Erdîş, Qelqelî, Elbak, Seray, Miks, Payîzava, Ebax, Westan, Şax û Bêgirî yên Wanê daxuyaniya hevpar hate dayîn.
Di daxuyaniyan de hat destnîşan kirin ku qeyûm îradeya gelê Kurd nasnake. Rêveberê DEM Partiyê yê navçeyê Erdîşê Yilmaz Îşleyen, anî ziman ku şaredarî hatine desteserkirin. Rêveberê DEM Partiyê yê navçeyê Qelqelî Mehmet Uçar jî nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman da. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Ebaxê Faruk Tirak jî, destnîşan kir ku mafê gelê Kurd ê siyaseta demokratîk hatiye desteserkirin û banga mezinkirina têkoşînê kir. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Elbakê Şahîn Dilara, bang li hemû aliyan kir ku li dijî qeyûman helwestên xwe raber bikin. Li navçeyên Westan, Şax, Payîzava û Sarayê jî daxuyaniyên hevpar hatin xwendin. Di daxuyaniyan de peyama ew ê têkoşîn li dijî desteserkirina îradeyê û qeyûman berdewam bike hat dayîn.