Li gundewarên Dêrazorê êriş: 1 kuştî û 2 birîndar

Li bajarokê Rebîda yê gundewarên bakurê Dêrazorê di êrişa li cihekî petrolê de parêzvanek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gundewarên Dêrazorê êriş: 1 kuştî û 2 birîndar
5 tîrmeh, 2026   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku li bajarokê Rebîdayê yê gundewarên bakurê Dêrazorê li dijî tesîseke petrolê ya êrişk hat kirin. Hate gotin, di êrişek de parêzvanekî tesîsa petrolê hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Çavkaniyan dane zanîn ku êriş bi sedemên rakirina heyfê ya di navbera eşîran de hat kirin.

Êrişkar nehatin naskirin û aliyên têkildar lêkolîn dane destpêkirin.

(bb)