Civîna yekemîn a parlamentoyê hat taloqkirin

Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê biryara taloqkirina civîna yekemîn  da.

Civîna yekemîn a parlamentoyê hat taloqkirin
5 tîrmeh, 2026   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Parlametoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) îro biryara 40‘î a îsal (2026) da.

Li gorî biryarê, civîna yekemîn a Meclisa Gel hate taloqkirin. Sedemên taloqkirinê û dema civîna bê nehatin diyarkirin.

Biryar bû ku sibe (6 Tîrmeh) civîna yekemîn a parlamentoya Sûriyeyê hatiba lidarxistin.

(bb)