Li gundewarên Dêrazorê al û nivîsên DAIŞ‘ê

Li bajarokê Zebarî yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê ala DAIŞ‘ê û nivîsên ku pesnê wan didin belav bûn.

Li gundewarên Dêrazorê al û nivîsên DAIŞ‘ê
3 tîrmeh, 2026   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dîmenên hatine parvekirin, ala çeteyên DAIŞ‘ê li pêşiya dibistaneke bajarokê Zebarî yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê hatiye hildan.

Li gorî çavkaniyên xwecih, duh êvarî li gelek deveran nivîsên ku pesnê çeteyên DAIŞ‘ê didin jî hatin nivîsandin. Nehat zanîn ku ev yek ji aliyê kê ve hatiye kirin.

(bb)