Li gundewarên Şamê cenazeyek hat dîtin

Li herêma Milêha ya gundewarên Şamê kesek ku agahî jê qut bûbûn, kuştî hat dîtin.

Li gundewarên Şamê cenazeyek hat dîtin
3 tîrmeh, 2026   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku kesek ku li herêma Milêhayê ya gundewarên Şamê winda bûbû, kuştî hat dîtin.

Li gorî SOHR‘ê ew kes sibeha roja çarşemê li herêma Diwêlayê dema li ser karê xwe bû, agahî jê qut bûn û duh êvarî cenazeyê wî li herêma Milêhayê hat dîtin. Erebeya ku li ser wê karê belavkariyê dikir jî hat desteserkirin.

Agahiyên der barê kesên li pey vê bûyerê de hê jî nehatine zanîn.

(bb)