Li gundewarê Siwêdayê şer

Piştî bêdengiyekê carek din di navbera hêzên hikumeta veguhêz û Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê de şer derket.

Li gundewarê Siwêdayê şer
20 cotmeh, 2025   15:53
SIWÊDA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, hêzên hikumeta veguhêz herêma Tîlal Hedîd ê rojavayê bajarê Siwêdayê bi çekên navîn û dronan topbaran û bombebaran kir.

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê jî bersiv da êrişan û şer derket.

Duh derengiya şevê heya berbanga vê sibehê li derdora Siwêdayê şer dewam dike.

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişî bajarokê Mecdelê kiriye.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin: "Hêzên hikumeta veguhêz ên Sûriyeyê yên li derdora Rîma-Hazim û Mezrayê bi cih bûne careke din agirbest binpê kirin û bi çekên  giran a eyar 23 mm êrişî bajarokê El Mecdelê. Di gulebaranê de sivîl kirin hedef. Xwestin bi van êrişn tirsê di nav sivîlan de çêbikin. Hêzên me tavilê bersiva jêdera êrişê da û êriş sekinadin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Hêzên Parêzvanên Nîştimanî dê mîsyona xwe ya parastinê bidomînin û bi xurtî bersiva her binpêkirin an jî gefeleke li ser ewlehiya welatiyan bide.

Şahidan jî diyar kir ku şer heya saetên destpêkê yên vê sibehê dewam kir û li gel wê jî alozî li herêmê çêbû.

(bb)