Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike

Bi dirûşma "Sozekî nû yê ewlehî û rûmetê" şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê ya 8’an dest pê kir.

Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
Reqa salvegera rizgarkirinê pîroz dike
20 cotmeh, 2025   16:12
REQA

Bi dirûşma "Sozekî nû ya ewlehî û rûmetê" şahiya salvegera 8’an a rizgarkirina Reqayê dest pê kir. Şahî bi beşdariya bi hezaran kesî, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî yên ji kantonên Reqa, Tebqa û nûnerên Rêveberiya Xweser li Stadyuma Beledî ya navenda bajarê Reqayê tê lidarxistin. Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan, alên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatiye xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre şervanên QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn toraneke leşkerî li dar xist.

Ji fermandarên QSD’ê Cemîl Mazlûm axaftina destpêkê kir. Mazlûm Cemîl doza domandina têkoşînê da û got: "Ji dilê bajarê Reqayê, bajarê aştî em  berxwedana YPJ, Hêzên Lîwa Şemal El Demokratî û hemû yekîne û teşkîlatên QSD’ê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen ku mil bi mil bi lehengî li ser vê axa pîroz şer kirine, silav dikin."

Cemîl Mazlûm bi bîr xist ku DAIŞ’ê tarîtî li ser ciwanên Sûriyeyê ferz kiribû, lê keç û xortên vî gelê bêdeng neman, soz da ku dê li hemberî rêxisstina terorîst şer bikin û di rêya rizgarkirin û serkeftinê de berdêlên giran dan.

Mazlûm di dewama axaftina xwe de got: "Em ji bîr nekin çawa çerxerêya Neîm di dema çeteyên DAIŞ’ê de bibû sembola dojehê, lê bi saya berxwedana şervanên ku bajar ji kabusê rizgar kirine, navek nû hilgirtin."

Cemîl Mazlûm anî ziman ku herêm li pêşberî ezmûneke nû ye û ev li gotinên xwe zêde kir "Em di pêvajoya jinûve avakirina welat de ne. Divê destûreke nû were nivîsandin ku hêvî û daxwazên tevahî gel bi cih bîne. Ji destpêka şoreşa me ve em sonda me ye û em ê li ser sonda bin."

Cemîl Mazlûm ji bo kesên ku hewl didin fitneyan derbixin an parçebûnê di nava gel de çêbikin de got: "Êdî bes e. Dem dema yekitî û avakirinê ye. Me bi hev re şerê DAIŞ’ê şer kir. Em ê bi hev re ava bikin ku laqyiqî keda şehîdên xwe bin."

Şahî bi axaftinan dewam dike.

(bb)