Li gundewarê Şamê teqîn: 2 endamên Ewlekariya Giştî birîndar bûn

Du endamên Hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, di teqînekê de li gundewarê Şamê birîndar bûn.

Li gundewarê Şamê teqîn: 2 endamên Ewlekariya Giştî birîndar bûn
27 îlon, 2025   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Artûz ê paytexta Şamê, ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve têne kontrolkirin, teqînek ji ber danîna bombeyekê di nav erebeyekê de li taxa El Cewal rûda.

Li taxa Cewat a bajarokê Artûş ê parêzgeha Şamê erebeyek teqiya. Di encamê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Giştî ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, bombe di erebeyê de hatibû bicihkirin. Piştî bûyerê, lêpirsîn dest pê kiriye.

Li herêmên di bin kontrola Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de tevlihevî berdewam e û hikumet nikare çareseriyeke binghîn ji vê rewşê re bibîne.

(ac/şx)