Li gundewarê Şamê 2 cenaze hatin dîtin

Li bajarokê Mareba yê herêma Tel a gundewarê Şamê cenazeyên 2 kesan hatin dîtin.

Li gundewarê Şamê 2 cenaze hatin dîtin
17 ÇILE, 2025   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarokê Mareba yê herêma Tel a gundewarê Şamê cenazeyên 2 kesan hatin dîtin.

SOHRˈê diyar kir li ser cenazeyan şopên guleyan xuya bûn.

Li gor daneyên SOHRˈê, ji destpêka îsal (2025) ve li deverên cûda yên Sûriyeyê 66 sûc hatine kirin, di encamê de 116 kes bûne qurbanî.

(bb)