Rêxistina Mafên Mirovan: Hedefgirtina konvoya gel sûc e

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma, diyar kir ku hedefgirtina sivîlên ku parastina bendavê dikin sûc e û li hemberî wê yekê jî cîhan bê deng e.

Rêxistina Mafên Mirovan: Hedefgirtina konvoya gel sûc e
17 ÇILE, 2025   09:42
QAMISHLO
SILAVA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca berfirehkirina dagirkeriyê, didomîne.

Di 8’ê vê Çileyê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker konvoya gel a sivîl ku berê xwe dida bendava Tişrînê hedef girt. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî bi giranî birîndar bûn.

Di êrişên 15 û 16’yê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên di çalakiya nobedê ya li ser bendava Tişrînê bûn pêk hat de, 5 sivîl şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

ÊRIŞ JI GELEK SALAN VE DIDOMIN

Têkildarî binpêkirinên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û belgekirina wan ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê, rêvebera rêxistinê Evîn Cuma ji ajansa me re diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên “Ceyş El Wetenî” ji gelek salan ve li dijî herêmê didomin tevî ku gelek peyman û lihevkirina rawestandina êrişên li dijî xaka Sûriyeyê hene.

Evîn Cuma wiha domand: “Di dawiya sala 2024’an de piştî ketina rejîma Beşar Esed metirsî li şêniyên li Til Rifet û Şehbayê hat dayîn û ew ji bo koçberkirinê hatin neçarkirin û bi deh hezaran koçber bûn. Piştre piştî êrişa li dijî Minbicê sivîl ji Minbicê jî koçber bûn. Ên mane jî rastî gelek binpêkirinên wekî dizî, talanî, kuştin û êşkenceyê hatin. Ew sûc û binpêkirin jî bi dîmenan hatin belgekirin û ji bo raya giştî hatin ragihandin.”

Evîn Cuma diyar kir ku Kobanê, bendava Tişrînê û Sirînê jî ji êriş û binpêkirinan bêpar neman û got: “Ev jî hewldana dagirkirina van deveran bû. Bêguman êrişa herî metirsîdar a li dijî bendava Tişrînê ye ji ber ku ew bendav çavkaniya jiyanê ji bo Sûriyeyê bi giştî ye. Jêdera kehrebe û avê ye.”

WELATIYÊN SIVÎL BANGA PARASTINA BENDAVÊ KIR

Evîn Cuma wiha zêdkir: “Hilweşîna bendavê dê kareseteke mirovî ji bo herêmê bi giştî û ji bo gundên li ber aliyên çemê Firatê bîne. Ji ber wê jî rojane bi sedan şênî berê xwe didin bendavê da ku banga parastina wê bikin. Lê ew welatiyên sivîl jî dema ku bi awayekî aştiyane di xwepêşandanan de banga parastina bendavê dikin, ji aliyê balafirên şer û yên bêmirov ve tên hedefgirtin.”

Evîn Cuma diyar kir ku ev sûc li ber çavê seranserî cîhanê yên pêkanîn û got: “Gelek alî dibêjin ku li vir sivîl wekî mertalên zindî tên bikaranîn lê belê ya rastî ne wiha ye. Jiyana wan welatiyan û gund û bajarên wan ji ber metirsiya hilweşîna bendavê jî di metirsî û xeteriyê de ne. Ji ber wê jî ew bi aştiyane banga rawestandina êrişên li dijî bendavê dikin.”

Evîn Cuma diyar kir ku li gorî qanûnên navneteweyî hebûna artêşa Tirk li ser xaka Sûriyeyê wê neçar dike ku sivîlan biparêze û binesaziya herêmê hedef negire. Lê belê tiştê ku diqewime berovajî wê ye. Sivîlên ku banga parastina bendavê dikin jî yên hedefgirtin.

BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ SIVÎLAN HATINE BELGEKIRIN

Evîn Cuma destnîşan kir ku wan bi rêya înternetê bi gelek kesên ku rastî binpêkirin û êşkenceyê hatine re, têkilî kir û ew gihandin çalakvanên hiqûqî û komîteyên lêpirsînê yên navneteweyî û ew ê wan bişînin Meclisa Ewlekariyê û got: “Her wiha em rewşên hedefgirtina gundên sivîlan li wan deveran dişopînin. Hedefgirtina sivîlan li deverên Cizîrê jî bi balafirên bêmirov hîna ranewestiyane.”

Evîn Cuma bang li rêxistinên hiqûqî kir ku van binpêkirinan belge bikin û bi wan re bibin alîkan ji ber ku ji ber rewşa ewlekarî zehmetî jî li pêşiya xebatên şopandina sûcan, qurbaniyan û aliyên berpirs derdikevin.

Evîn Cuma banga rawestandina êrişan û destpêkirina pêvajoya diyaloga siyasî ji bo avakirina Sûriyeya nû û sazkirina destûreke nû ku tê de sivîl û hemû pêkhate parastî bin, kir.

Di dawiya axaftina xwe de Evîn Cuma got: “Di nêzî meha Adarê de rapora makanîzma navneteweyî ya bêalî ya ku binpêkirinên li Sûriyeyê dişopîne ya sala 2024’an ê were ragihandin. Bêguman ne pêkan e ku hemû binpêkirinên li tevahî xaka Sûriyeyê werin şopandin lê herî kêm behsa binpêkirin û sûcên ku di êrişên li dijî herêmê de tên pêkanîn, tê kirin.”

)Mh)

ANHA