Li gundewarê Humsê 6 DAIŞ`î û 4 leşkerên Şamê hatin kuştin

Di êrişên hewayî yên Rûsyayê yên li gundewarê Humsê de 6 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin. 4 leşkerên Şamê jî di encama şerê bi çeteyên DAIŞ`ê re hatin kuştin.

Li gundewarê Humsê 6 DAIŞ`î û 4 leşkerên Şamê hatin kuştin
20 November 2023   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê li çola Sexne û derdora zeviyê gazê yê El Debiyat ê li rojhilatê Humsê, cihên ku çeteyên DAIŞ`ê xwe lê vedişartin bombebaran kirine, di encamê de 6 çete hatine kuştin.

Li gorî SOHR`ê, li çola Husmê jî di şerê navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de 4 leşkerên Şamê hatine kuştin.

Duh jî di êrişa DAIŞ`ê ya li djiî hêzên Şamê yên li nêzî bajarokê Bo Lêl ê rojhilatê Dêrazorê de 3 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bibûn.

Li gorî belgeyên SOHR`ê, ji destpêka 2023`yan de li çolistana Sûriyeyê ji ber êrişan 544 kes hatine kuştin, ji wana 165 welatî, 342 leşkerên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê ne ku di 143 êrişên çeteyên DAIŞ`ê de hatin kuştin, her wiha 37 çeteyên DAIŞ`ê ne ku di şerên bi hêzên hikumeta Şamê re û êrişên Rûsyayê hatin kuştin.

(c)