Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê çalakiyên cihêreng
Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahî û çalakî ji zarokan re hatin lidarxistin.
Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê ku dikeve 20`ê Mijdarê, li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahî ji zarokan re ji aliyên sazî, rêxistinên civakan sivîl û Rêveberiya Xweser ve hatin lidarxistin.
Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê 2 şahî li dar ketin; yek li baxçeya Bêrîtan û ya din li baxçeya Feraşîn ên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê.
Li Hesekê jî Komîteya Şilêr a Şopandina Rewşa Zarokan, şahiyek ji zarokên şehîdan re li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr li dar xist.
Li Tebqayê jî, şahiyek li dika şehîd Musenda Ebdulkerîm a Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê ji aliyê Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Komîteya Şilêr ve hate lidarxistin.
Her wiha li Kobanê jî, bi heman boneyê, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê, Nivîsgeha Mafên Zarokan li hola Firatê ya bajêr şahiyek li darxist. Di şahiyê de bi sedan zarok, malbatên wan û mamoste hebûn.
Di şahiyan de, şano têkildarî mafên zarokan, girîngiya paqijiyê û perwerdeyê û stran hatin pêşandan. Her wiha diyarî li zarokan hatin belavkirin.
(şx)
ANHA