Li gundewarê Humsê 2 erebeyên bombebarkirî teqiyan

2 erebeyên bombebarkirî li gundewarê Humsê teqiyan, li gorî agahiyên destpêkê tê gotin heta niha tenê zirarên madî çêbûn.

Li gundewarê Humsê 2 erebeyên bombebarkirî teqiyan
28 ÇILE, 2025   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên ragihandinê yê Sûriyeyê, îro li gundewarê Humsê yê Sûriyeyê 2 erebeyên bombebarkirî teqiyan.

Dezgehan diyar kir ku her du erebe li nêzî gundê El Muxerem El Foqanî yê gundewarê Husmê teqiyan.

(fr)