Li gundewarê Helebê deverên dîrokî hatin kolandin

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, deverên dîrokê yên gundewarên Helebê ji aliyê hin kesan ve hatin kolandin.

Li gundewarê Helebê deverên dîrokî hatin kolandin
19 nîsan, 2026   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku şêniyên bajarokê Til Eranê yê başûrê rojhilatê Helebê dane ajansa me, erebeyên ku çekdar tê de duh çûn herêma Tel a şûnwarî ya li bajarokê.

Şahidekî ragihand ku nîşnên hêzên hikumeta demkî li ser erebeyan hebûn û alavên kolandinê tê de hebûn. Her wiha diyar kir wan kesan herêma şûnwarî kolandin û rê nedin şêniyên bajarokê nêzî cihê kolandinnê bibin.

Şêniyan dane zanîn ku heman kiryar li herêmên derdora Waha û Sifêra û beşên ji bajarê Helebê hatin kirin.

Saziyên hikumetê yên girêdayî şûnwaran der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane.

(bb)