Fermandarekî Hizbullahê hat kuştin

Çavkaniyekî îsraîlî ragihand ku di êrişa li navçeya Bint Cibêl a başûrê Lubnanê de fermandarê Hizbullahê Elî Rîda Ebas hat kuştin.

Fermandarekî Hizbullahê hat kuştin
19 nîsan, 2026   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Kanala 12'an a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî di hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê de,  fermandarê Hizbullahê Elî Rîda Ebas di êrişa li ser bajarokê Bint Cibêl ê başûrê Lubnanê de hatiye kuştin.

Heman çavkanî, diyar kir ku Ebas ku bi navê Hac Ebû Hisên Barîş tê naskirin yek ji fermandarê Hizbullahê ye, di sala 2024'an de wekî fermandarê Hêza Ridwan hatibû tayînkirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê roja înê "li endamên Hizbullahê yên ku lihevkirina agirbestê binpê kirine, xistin."

Artêşê îdia kir ku tevgera endamên Hizbullahê li nêzî baregeha Îsraîlê ya li  başûr "Xeta Zer" hatin tesbîtkirin û diyar kir ku "Ev  tevger gefeke rasterast e, lew ra li gelek herêman êrişên hewayî û bejahî li dijî baregehên terorîstan hatin kirin."

(bb)