Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeya wezareta dadê kir

Di çarçoveya temamkirina xebatên entegrasyonê de, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwaziya şandeyeke wezareta dadê ya hikumeta demkî kir.

Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeya wezareta dadê kir
19 nîsan, 2026   10:42
HESEKÊ

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed îro li avahiya parêzgariyê pêşwaziya şandeyeke wezaretê dadê ya hikumeta demkî kir. Şande ji serokatiya cîgirê giştî yê komarê Hesan Turbe, endamê wezaretê dadê Mihemed El Nasir û nûnerê serokê hikumetê Ehmed El Hîlal pêk tê.

Ev serdan di çarçoveya peyama 29'ê Çileyê de ji bo temamkirina proseya entegrekirina saziyên dadweriyê yên parêzgeha Hesekê hat kirin.

Şande dê serdana avahiya dadê ya li bajarê Hesekê jî bike.

(bb)

ANHA