Piştî koçberbûna cara duyemîn niha jî ji xwe re jiyaneke nû ava dikin

Koçberên ji Efrînê yên cara duyemîn ji Şehbayê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, niha jî li Tebqayê jiyanekê ji xwe re ava dikin. Koçberên li kampan, li gorî şarezahiyên xwe xebatên xwe dimeşînin û piştgiriya hev dikin. 

25 ÇILE, 2025   02:25
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

2ˈyê Kanûna 2024ˈan nêzî 25 hezar malbat anku 120 hezar şêniyên ji kantona Efrîn-Şehbayê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker koçberî kantona Tebqayê bûn. Hin koçber piştî çend rojan li Hesekê, Kobanê, Qamişlo û Reqayê hatin bicihkirin. Li gorî daneyan niha 2 hezar û 150 malbat li Tebqayê dimînin. Ji wan hezar û 5 malbat li kampên li Tebqayê dimînin. Meclisa rêveberiya kampan 8 komîn ava kirin.

Koçber jiyana xwe ya asayî dewam dikin û di pîşeyên cuda de, wekî temîrkirina erebeyan û berberî, dixebtin. Hinek ji wan xwaringeh vekir.

Koçberê bi navê Ebdo Şêxo Beyrem ku konê xwe veguherandiye xwaringehekê, diyar kir ku wî di 20 saliya xwe de li gola bendava Meydankê ya li Efrînê dest bi girtina masiyan kiriye û 23 sal e vî karî dike, piştre xwaringeheke masiyan vekir.

Ebdo Şêxo Beyrem got: "Xelk ji Heleb û gundên derdora Efrînê dihatin xwaringeha min û xwarin dixwarin. Lê bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê re ez jî mîna bi hezaran kesî koçberî Şehbayê bûm."

Ebdo Şêxo Beyrem li Şehbayê jî di nava 7 salan de masî digirtin û xwaringehek vekir.

Beyrem bi êrişên li ser Şehbayê re anku beriya ji mal derkeve, kel û pelên malê dişewitîne, ji bo ku çete bi kar neynin.

Bi dagirkirina Şehbayê re, Beyrem vê carê koçî kantona Tebqayê kir û li wargeha li cihê sporê bi cih dibe. Li wir jî konê xwe veguherandiye xwaringehekê.

Beyrem ji nêzî mehekê ve di saetên serê sibehê de masiyan tîne xwaringehê, li ser agir dibirêje.

Li heman wargehê şêniyê bi navê Horo Henîf jî dimîne. Horî Henîf ji Efrînê ye û bi salan e erebeyan temîr dike. Horo Henîf di rêwîtiya yekemîn a koçberiyê ya ji Efrînê ber bi Şehbayê ve alavên xwe yên temîrkirinê bi xwe re dibe Şehbaye û 2 kurên xwe fêrî heman karî dike.

Horo Henîf piştî ji Şehbayê koçberî Tebqayê dibe, erebeya xwe dike cihê temîrkirina erebe û motorsîkletan. Bi vî karî debara malbata xwe bi cih tîne.

Hogir Hemo (37) ji 16 salan ve berberiyê dike. Piştî ku ji Efrînê koçî Şehbayê dibe, saloneke berberiyê li bajarê Ehdasê vedike û 7 salan lê dixebite. Piştî koçberî Tebqayê dibe, di konekî biçûk de karê berberiyê didomîne.

Ciwanê bi navê Ciwan Yûsif jî di 20 saliya xwe de ye, piştî ji Efrîn koçberî Şehbayê kir fêrî karê berberiyê bû û di nava 2 salan ev kar li Şehbayê dewam kir. Piştî ji Şehbayê koçber bû, heman karî didomîne û bi rêya wê debara malbata xwe ya ji 8 kesan pêk tê, dike.

Li nuqteyeke tenduristiyê ku ji aliyê Desteya Tenduristiyê ve li wargehê koçberan a li Tebqayê hatiye avakirin, 2 jinên ciwan Nîroz Îbiş û Sebah Îbiş hemşîretiyê dikin.

Nîroz û Sebah ku ji Efrînê ne, di sala 2018ˈan de koçberî Şehbayê bûne, li Şehbayê xwe di vî karî de bi pêş xist û bawername bi dest xistin.

Nîrozê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl da siberoja bi hezaran ciwanên efrînî tune bike, lê tevî êşa koçberiyan ciwanan hewldanên wan têk birin. Nîrozê got: "Bê guman koçberî bi êş e, lê karê me li nuqteya tenduristiyê û dermankirina koçberên me yên ku ji ber çeteyan gelek êş û azar dîtin, bi xwe berxwedan e."

Sebah Îbiş jî hêvî kir ku di demeke nêz de vegerin warê Efrînê û karê xwe li wir dewam bike.

(bb)

ANHA