Li gundên Lazqiyeyê belavkirina alîkariyên mirovî didome

Komeleya Mezopotamyayê Ya Alîkarî û Pêşketinê bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî û Kar, li gundên Laziqiyê alîkariyên mirovî belev dike.

Li gundên Lazqiyeyê belavkirina alîkariyên mirovî didome
Li gundên Lazqiyeyê belavkirina alîkariyên mirovî didome
Li gundên Lazqiyeyê belavkirina alîkariyên mirovî didome
Li gundên Lazqiyeyê belavkirina alîkariyên mirovî didome
25 gulan, 2025   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku karwanê duyemîn ê alîkariyên mrovî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihişte herêmên beravê yên Sûriyeyê, tîmên Komeleya Mezopotamyayê Ya Alîkarî û Pêşketinê bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweser, alîkariyên mirovî li şêniyên gundên Laziqiyê belav dikin.

Bi vê înîsiyatîfê, komele dixwaze ku ewlehiya xwarinê pêk bîne, aramiya civakî bi dest bixe, hewcedariyên bingehîn ên malbatên mexdûr peyda bike û nirxên hevgirtin û piştgiriya civakê pêş bixe.

Komele bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî û kar a Rêveberiya Xweser û meclisên herêmî alîkariyan li kesên hewcedar belav dike.

(k)