7 belavkar û bikarhînerên medayên hişbir hatin destgîrkirin

Li kantona Dêrazorê 7 kes bi sûcê bikaranîn û belavkirina madeyên hişbirê hatin destgîrkirin. Miqdarek çek û madeyên hişbir jî hat desteserkirin.

7 belavkar û bikarhînerên medayên hişbir hatin destgîrkirin
25 gulan, 2025   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê destgîrkirina 7 kesan bi sûcên bikaranîn û belavkirina madeyên hişbir de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku yekîneyên dijî madeyên hişbirê roja pêncşemê (22 Gulan) operasyonek li kantona Dêraozrê pêk anî.

Li gorî daxuyaniyê, di operasyona ku piştî tesbîtkirina cihên wan pêk hat de, 7 bikarhêner û belavkraên madeyên hişbir hatin destgîrkirin, her wiha miqdarek çek û madeyên hişbir hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li dijî her 7 kesan tedbîrên qanûnî yên pêşîn hatin girtin da ku sewqî edaletê werin kirin.

Di daxuyaniyê de bang li şêniyan hat kirin ku eger tevgerên bi guman ên der barê bikaranîn an jî belavkirina madeyên hişbirê de bibînin, hêzên ewlekariyê agahdar bikin.

(bb)