Li Girkê Legê turnuvaya fotbolê hate destpêkirin

Komeleya Helîq a Werzîşê li navçeya Girkê Legê turnuvaya fotbolê bi navê wefedariya Şehîdên Hemze Beg ku balafirên dewleta Tirk a dagirker hedef girtine li dar xist.

24 cotmeh, 2023   15:22
QAMIŞLO

Şeva berê, li Komeleya Helîq a Werzîşê li Girkê Legê ya Qamişloyê turnuvaya fotbolê bi navê Şehîdên Hemze Beg ên ji Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 8′ê Cotmehê de hedef girtine hate destpêkirin. Lîstikvanên beşdar di ji 37 salî û jor de ne.

Di turnuvaya mehekê dom dike de 25 tîmên ji tevahî bajar û navçeyên Qamişlo ji tevahî pêkahteyên Kurd, Ereb û Suryan beşdar in.

Ev tîm dabeşî 8 koman bûn. Ji her komeke 2 tîme bi ser dikevin û bi tîmên komên din re dilîzin û rojekê du maç tên lîstin.

Merasîma destpêkirinê bi beşdariyeke girseyî ji tevahî bajar û navçeyên Qamişloyê dest pê kir. Dûre maça destpêkê ji hêla tîmên Şehîd Muaz û Roj ve hate destpêkirin û bi 2 li hember 2 bi dawî bû.

Şehîd Muaz ji şehîdên Akamadeya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê ye. Hevrêyên wî tîm bi navê wî bi nav kir.

Der barê mijarê de endamê rêveberiya Komeleya Helîq a Werzîşê û endamê komîteya amadekariya turnuvayê Remedan Remo diyar kir ku lidarxistina vê turnuvayê ji bo wefedariya Şehîdên Hemze Beg e.

Remo wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî xedirane Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîş hedef girt. Em jî bi rêya vê turnuvayê diyar dikin bi hemû pêkhateyan li dijî wê disekinin."

Remo spasiya tevahî tîmên beşdar kir û hêvî kir ku ev turnuva bi ruhekî werzîşê yê bilind û exlaqî bi dawî be.

Bavê şehîd Muaz ê beşdarî merasîmê bûye, Mihemed Eta spasiya rêveberiya Komeleya Helîq a Werzîşê û tevahî tîmên beşdarî vê turnuvayê bûne kir û got malbata şehîd amade ye her tiştî ji bo pêkanîna armancên şehîdan berdêl bibe.

Eta wiha domand: "Armanca dewleta Tirk a dagirker a hedefgirtina Hêzên Ewlekariya Hundirîn şikandina vîna gelê herêmê ye. Kombûna bi hezaran xelê herêmê li vir peyamek e ku ew li dijî tevahî gefan yek in."

Komeleya Helîq a Werzîşê her sal 2 turnuvayên sereke li dar dixe; ya yekê bi navê Turnuvaya Newrozê û ya din jî Turnuvaya Wefedariya Şehîdên Rojava ye.

(fr)

ANHA