Li Girkê Legê merasîma xiyabî ji şehîd Mîtan Agirî re hat ldiarxistin

Li gundê Şêro yê Girkê Legê ji gerîlayê HPGˊê şehîd Mîtan Agirî re merasîma xiyabî hat lidarxistin. Beşdarên merasîmê soza domandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan dubare kir.

3 mijdar, 2025   17:43
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê merasîmeke xiyabî ji bo gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Mîtan Agirî (Salim Selmo) re li gundê Şêro yê Girkê Legê yê kantona Cizîrê li dar xist.

Gerîla Mîtan Agirî di 14'ê Sibata 2025'an de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Di merasîmê de şêniyên bajarên Girkê Legê, Rimêlan, Dêrik û Til Koçer û endamên saziyên sivîl û leşkerî û rûspiyên eşîran amade bûn.

Di merasîmê de, piştî deqeyeke rêzgiritin, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl serbilindiya xwe bi fedakariya şehîdan anî ziman û soza şopandina rêya wan û pêkanîna armancên wan, dubare kir.

Endama rêveber a Kongra Star a Girkê Legê Esmehan Ferho got ku şehîd nimûneya fedakarî û îradeya azad e û banga şopandina rêya wan û avakirina civakeke bi edalet û rûmet, kir.

Li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) fermandar Serdem Rimêlan sersaxî da malbata şehîd û got hêzên wan dê erkên xwe yên parastina pêkhateyên herêmê bidomînin.

Piştre li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Sînan Sîdoş got ku girêdana bi mîrasa şehîdan re erkekî exlaqî û olî ye.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.

(mh/fr)

ANHA