Peywendî bi ciwanekî ji Tertûsê qut bû

Peywendî bi ciwanekî re ji gundewarê Tertûsê ye, dema li bajarokê Şêx Bedir dixebitî, qût bû.

Peywendî bi ciwanekî ji Tertûsê qut bû
3 mijdar, 2025   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku peywendî bi ciwanekî ji gundê Erqûb Selemon ê gundewarê rojavayê Tertûsê qut bû. 

SOHRˊê da zanîn ku ew ciwan bi motorsiklêta xwe şîr li herêmê belav dike, lê motorsiklêta wî xerab bûbû û li cem dikaneke çaksazîkirinê hişt ku were çêkirin û ji bo kirîna hin hewcedariyan çûbû sûkê. Piştre şopa wî winda bû.

Ji duh ve, malbata wî hewlên xwe yên lêgerînê dikin, lê tu nîşaneyên li ser hebûna cihê wî yan jî qezayek kiriye, wernegirtine.

Rewşên revandin û girtinê li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de bi taybet li perava Sûriyeyê zêde bûne.

(fr)