Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demek her kurt de biencam bikin

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş diyar kir ku dê “projeya” xwe ya çareseriyê di demekî herî kurt de biencam bikin û li dijî provokasyonan hişyarî da.

Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demek her kurt de biencam bikin
3 mijdar, 2025   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, di Torena Sala Akademîk a 2025-2026’an a Zanîngeha Semsûrê de axivî û got dê sedsala nû ya Tirkiyeyê bibe “sedsala xwişk-biratiyê.”

Kurtulmuş, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Weke polîtîkayeke dewletê, bi rêya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bi piştgiriya gel di demekî herî nêz de biencam bikin. Dê çek bêdeng bibin, xwişk-biratî û piştevanî serwer be. Di ferqê de me, hinek çeqelên di kuncikan de disekinin û li bendê ne hene. Lê çi dikin bila bikin, em ê vê carê teqez bi ser kevin. An em ê bi ser kevin an jî emperyalîst. Îcar em ê bi ser kevin. Bi izna Xwedê em ê rê nedin wan.”