Keça Charlie Chaplin piştgirî da Rojava

 Keça Charlie Chaplin, Jane Chaplin bertek nîşanî êrişên ser Rojava da û peyama piştevaniyê ji gelê Kurd re şand.

Keça Charlie Chaplin piştgirî da Rojava
25 ÇILE, 2026   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Keça sînemagerê navdar Charlie Chaplin, Jane Chaplin têkildarî êrişên hikumeta demkî û girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. 

Jane Chaplinê di peyama xwe ya bi dîmen de wiha got: “Tiştên bi serê gelê Kurd hatin wehşet e. Lewma ez bi wan re me û hêvî dikim ku di demekî herî nêz de azad bibin.”